MOSSADê bi erebî peyam ji endamên Hizbullahê re şandiye: ‘Amûran nêzî serê xwe deynin’

MOSSADê bi erebî peyam ji endamên Hizbullahê re şandiye: ‘Amûran nêzî serê xwe deynin’

PeyamaKurd - Rojnameya New York Times a Amerîkî (NYT) li ser êrîşên sîber ên Îsraîlê bi ser endamên Hizbullaha Lubnanê de, raportek belav kir.

‘Amûran nêzîkî serê xwe deynin’

NYTê ragihandiye ku MOSSADê berî êrîşa sîber a elektronîk li ser amûrên Pager, nameyên kurt ên bi zimanê erebî wek peyam ji endamên Hizbulahê re şandine û daxwaz kiriye ku wan amûran nêzîkî serê xwe deynîn.

Li gor NYTê ku dispêre gotinên çavkaniyeke îstixbarata Îsraîlê, beşek ji xwediyên amûrên Pageran wisa zanîne ku ew peyam ji aliyê rêveberiya Hizbulah a Lubnanê ve hatiye şandin.

Herwiha hat ragihandin, armanca peyamê ew bû ku kesên wê amûrê bikar tînin berî bê teqandin wê amûrê nêzîkî serê xwe deynin ku bandoreke baştir bike.

Hêjayî gotinê ye, rja Sêşemê û doh Çarşemê Lubnan bû armanca êrîşeke berfireh a sîber û elektronîkî ku di encama teqandina cîhazên pêwendiyê de, 44 kes mirin û nêzî 3 hezar jî birîndar bûn.