Pezeşkiyan: Teqînên li Lubnanê şerma DYA û welatên rojavayî ye

Pezeşkiyan: Teqînên li Lubnanê şerma DYA û welatên rojavayî ye

PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, di derbarê hêrişên bi amûrên elektronîkî yên li Lubnanê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û welatên rojavayî bi tundî rexne kir û got: "Ew hêrişên ku li Lubnanê hatin kirin, di serî de ji bo DYA û bi giştî ji bo welatên rojavayî yên ku piştgiriyê didin Îsraîlê şerm e."

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan di Civîna Lijneya Wezîran a ku li Tehranê hat lidarxistin da axivî. 

Pezeşkiyan di derbarê hêrişan de got: "Ev bûyer nîşan dide ku her çend welatên rojava û DYA tînin ziman ku ew ji bo Xezzeyê agirbestê dixwazin, lê belê di rastiyê de ew piştgirî didin tawanên Îsraîlê û li hember kujeriya rejîma Siyonîst kor in." 

Pezeşkiyan di dawiya axaftina xwe de got: "Ev tawanên ku li Lubnanê pêk hatine, ji bo welatên rojavayî yên ku piştgiriyê didin Îsraîlê û bi taybetî jî ji bo DYAyê ku ji bo bidestxistina armancên xwe yên dijmirovahî amade ye her tiştî bike, şerm e. Amûrên ku ji bo aramî û bextewariya mirovan têne çêkirin ku li dijî kesên xwedî ramanên cuda wek amûrên terorê û têkbirinê bikaranîn, kiryarên dermirovahiyê ne."