Lubnan: Hejmara kesên di teqîna amûran de mirin gihîşte 44an

Lubnan: Hejmara kesên di teqîna amûran de mirin gihîşte 44an

PeyamaKurd - Li Lubnanê hejmara kesên ku di teqandinên amûrên bêtêl de can dane gihîşte 32yan û hejmara birîndaran jî ji 3 hezar û 250 kesî zêdetir bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê amarên nû yên teqîna bêtêlan pêwendiyê yên roja çarşemê ragihandin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, duh li paytext Beyrût û li herêmên din 20 kes di teqîna bêtêlên ragihandinê de hatin kuştin û herî kêm 450 birîndar hene.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê diyar kir ku birînên hinekan ji wan xedar in.

Her wiha di teqînên roja sêşemê de jî 12 kes hatibûn kuştin û 2 hezar û 800 kes jî birîndar bûbûn.

Bi vî awayî bîlonça giştî gihişt 32 mirî û 3 hezar û 250 birîndarî.

Teqandina cîhazên ragihandinê

Pêr amûrên pêwendiyê yên Pagerê yên ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn di êrişeke sîber de hatin teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û birînên 200 kesî giran in.

Hizbulahê piştre bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku 12 endaman wan mirine.

Hizbulahê di daxuyaniya xwe de navên miriyan û salên wan ên jidayîkbûnê jî dan.

Duh jî di dema merasîma veşartina 4 kuştiyên teqîna pêr a amûrên pêwendiyê de careke din cîhazên Pagerê û cureyên din ên pêwendiyê hatin teqandin.

Her wiha li gorî zanyariyan panelên elektrîka rojê û çend amûrên din jî hatine teqandin.

Rayedarên Libnanî Îsraîlê wekî berpirsyarê bûyerê dibînin.