Hizbullaha Lubnanê gefa bersivdana êrîşa sîberî li Îsraîlê xwar

Hizbullaha Lubnanê gefa bersivdana êrîşa sîberî li Îsraîlê xwar

PeyamaKurd – Hizbulaha Lubnanê îro 18ê Îlonê li ser êrîşa sîberî ya amûrên pêwendiyê ku 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 2800 kes jî birîndar bûne daxuyanî da.

Hizbullahê ragihand ku ewê ji bo piştgirîya çekdarên Hamasê yên li Xezeyê şerê dijî Îsraîlê bidomînin û gefa cezayekî tund bidtin Îsraîlê xwar.

Hêjayî gotinê ye Îsraîlê li ser teqînên sîberî yên doh êvarê heta niha ti şîroveyek nekiriye, lê beriya teqînan hikûmeta Îsraîlê ragihandibû, wan hedefa xwe ya ji bo şerê li Xezeyê berfireh kiriye û ew ê li bakurê welêt, li sînorê Lubnanê jî ewlekarîyê xurt bikin.

Guman çêbûne ku berî ew amûr bikevin destê Hizbulahê li wan teqemenî hatine barkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî piştî wê êrîşê ji rojnamevanan re got, ti agahiyeke Washingtonê ji wê bûyerê tune bû û ew niha agahîyan kom dikin.