Ji Blinken û Sîsî hevdîtina Xezeyê: Divê hevkarî bê zêdekirin

Ji Blinken û Sîsî hevdîtina Xezeyê: Divê hevkarî bê zêdekirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di serdana xwe ya Qahîreyê de ji aliyê Serokomarê Misrê Ebdulfettaf El Sîsî ve hate pêşwazîkirin.

Hate ragihandin ku di hevdîtina li Koşka Îttihadiyê de, Blinken û Sîsî, li ser şirîkatiya stratejîk a Misir-Amerîkayê û rewşa Filîstînê axivîn.

Sîsî û Blinken, derbarê danûstandinên bo agirbesta Xezeyê û berdana dîlan de, danûstandina fikr û ramanê li ser hevdîtinên hevpar ên li Misir û Qeterê kirin û bal kişandin ser zêdekirina hevkariyê û gihandina alîkariyan bo gelê Xezeyê.

Herwiha Serokomarê Misrê li ser êrîşa sîberî ya bi ser Lubnanê de jî diyar kir ku piştevanên ewlekarî û îstiqrara Lubnanê ne û herdu alî li ser kêmkirina tansîyona li herêmê hevnêrîn bûn.