Serokê Îmaratan Al Nahyan, dibe mêvanê Koşka Sipî

Serokê Îmaratan Al Nahyan, dibe mêvanê Koşka Sipî

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Joe Biden, wê serokê dewleta Îmaratan Şêx Muhammed bin Zayid Al Nahyan li Koşka Sipî bike mêvanê xwe. Di mêvandariyê de mijara bingehîn mijara Xezzayê ye. Her dû lîder her weha wê li ser mijarên wekî Sûdan, têkiliyên duqolî û mijarên herêmî biaxifin.

Ragihandin ji aliyê şêwirmendê Koşka Sipî John Kirby de hat kirin. Kirby ragihand ku dê serokê DYAyê Biden, serokê dewleta Îmratan Al Nahyan, li Koşka Sipî, di 23ê Êlûnê de bike mêvanê xwe û dê li ser mijarên li jorê behsa wan hat kirin, biaxifin.

Kirby, her weha ragihand ku Al Nahyan, dê bi cîgira serokê DYAyê, bi Kamala Harris re jî hevdîtinekî bike.