Amerîkayê du dîplomatên Iraqî ji welêt derkirin

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê du dîplomatên Iraqî ji welêt derkirin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryar da ku du dîplomatên Iraqî ji kar dûr bixe û wan ji welêt derxîne.

Li gorî zanyariyên ku kanalên Iraqî belav kirine, yek ji van dîplomatan li Balyozxaneya Iraqê ya li Washingtonê û yê din jî li Konsulxaneya Texasê wezîfedar bû.

Wezareta Derve ya Amerîkayê balyozê Iraqê yê li Washingtonê agahdar kiriye ku divê ev her du kes welêt biterikînin.

Hat ragihandin ku ji bo dîplomatê li Amerîkayê tenê 48 demjimêr dem hatiye dayîn; dîplomatê din jixwe dema biryar hatî dayîn li derveyî welêt bû.

Tevî van pêşketinan, heta niha ji aliyê Balyozxaneya Iraqê ve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.