PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, "Ez eşkere dikim ku Amerîkayê peymana "Hiqûqa Qonsolosiyê û Munasebetên Aborî, Dostaniyê" ya ku di 1955an de bi Îranê re îmze kiribû betal kir."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo eşkere kir ku Amerîkayê peymana "Hiqûqa Qonsolosiyê û Munasebetên Aborî, Dostaniyê" ya ku di 1955an de bi Îranê re îmze kiribû betal kir.
Pompeo di brîfînga çapemeniyê ya ku li Wezaretê kir de der barê betalkirina peymana navborî ya bi Îranê re de nirxandin kir. Mike Pompeo got ku "Ez eşkere dikim ku Amerîkayê peymana "Hiqûqa Qonsolosiyê û Munasebetên Aborî, Dostaniyê" ya ku di 1955an de bi Îranê re îmze kiribû betal kir. Ev bi rastî jî biryareke wisa ye ku 39 sal derengî ketiye."
Çend saet beriya daxuyaniya Pompeo Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Amerîkayê xwestibû ku hin mueyîdeyên dijî Îranê yên ku tesîr li ser arîkariya mirovî û îdxalata berheman dike rake.
Îranê jî li gor peymana "Hiqûqa Qonsolosiyê û Munasebetên Aborî, Dostaniyê" ya ku beriya şoreşê hat îmzekirin û têkiliyên aborî û dîplomatîk ên di navbera her du welatan de verast dikir car carna Amerîkayê giliyê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî kiribû û gazindên xwe anîbû ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin