Amerîka li ser şerê Îrane agahîyan da

Amerîka li ser şerê Îrane agahîyan da

PeyamaKurd – Wezîrê şer yê DYAyê Pete Hegseth û serokerkanê DYAyê Dan Caine, li ser şerê bi Îranê re yê bi navê Epic Fury ku dewam dike, li Washington D.C.yê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Wezîrê şer an ku berevaniyê Hegseth ragihand ku kontrola seha hewayî ya Îranê bi temamî xistine destê xwe û serokerkan Caine jî got ku %86 êrîşên Îranê yên bi fuzeyan kêm bûye û êrîşên bi İHAyan jî %73 kêm bûne.

Her dû lîder îro an ku di 4ê Adara 2026an de derketin ber çapemeniyê û li ser rewşa dawiyê ya şer agahiyan dan. Wezîr Hegseth got:

“Me tekez serkeftinê bi dest xistiye û encamên me bi dest xistiye dîrokîne. Bi hêza artêşa Îsraîlê ku bi koordinasyon hat kirin, raqîbên tund yên Îranî bi temamî roxiyan û me dest nêçîra şiyanên leşkerî yên Îranê û rakirina wan ji holê kiriye û dê ev pêvajo dewam bike.”

Serokerkan Dan Caine jî got ku 100 seetên xwe yên şer derbas kirine û hedefa wan hêzên Îranê yên di derveyê Îranê de ne ku wê ji orta rakin. Caine, dewam kir:

“Em dixebitin da nehêlin ji nûh de şiyanên şer yên Îranê bên avakirin.”

Caine ragihand ku di şer de 6 leşkerên DYAyê jiyana xwe ji dest dane, ji bo malbata wan sersaxiyê xwest û ji 6 leşkeran nasnameyên 4 leşkeran aşkera kir.

Caine ragihand ku CENTCOMê jî piştrast kiriye ku 3 balafirên DYAyê bi şaşî ji aliyê sîstema bergiriya hewayî ya Kuweytê de hatine xistin.

Caine got ku heya niha li 2 hezarî zêdetir hedefên Îranê xistine, keştiyekî Îranê yê noqavê di nav de ji 20 keştiyan zêdetir keştiyan îmha kirine.

Îranê heya niha 500 fuzeyên balistik û 2 hezar İHA avêtiye ser axa Erebistanê, Urdin û Qatarê û ji aliye heman hevkarên wan de hatine xistin.

Hegseth got ku balafirên, B-2, B-52, B-1 yên bobardimanê û İHA li esmanê Tehranê digerin, serpereştên Îranê an hatine kuştin an xwe li sitargehan vedişêrin û serpereşt di navbera xwe de nikarin dan û sitendinan bikin. ‘Serpereştê Yekîneya ku xwestibû Trump bikuje’ jî hatiye kuştin.

Wezîrê bergiriyê yê DYAyê ragihand ku dê ti carê Îran nebe xwediyê bombeyên nuklerî, serok Trump tehdîdê bi çavên xwe dît û gavên xwurt avêt. Ji bo ewlehiya leşkerên DYAyê, hêzên li herêmê %90ê wan derxistine derveyê menzîla hêza Îranê.

Wezîr Hegseth, li ser desteka DYAyê ya hêzên li Îranê got ku hedefa wan ne li ser desteka hêzekiye an ku wan çekdar bike û got ku ew dizanin hêzên din an aktorên din çi dikin.

Civîna çapemeniyê ya navborî ket berya civîna Senatoya Amerîkayê ku dibe bingeha bergiriya rêvebiriya DYAyê ya di sanatoyê de.