Amerîka xwestiye YPG ji Minbicê bizîvire!

Amerîka xwestiye YPG ji Minbicê bizîvire!

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Şandeke ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, bo hevdîtinan bi berpirsên eskerî û siyasî yên Minbicê re bikin, seredana bajêr kirin.

Li gor agahiyên ji niştecihên herêmê, Şandeke ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bo hevdîtinan bi berpirsên eskerî û siyasî yên Minbicê re bikin, seredana bajên kirin û nîzikî 2 seetan bi berpirsên eskerî û siyasî yên Minbicê re gotûbêj kirin.

Şanda ku ji 9 kesan pêkhate û li ser pirsên Rojhilata Navîn pispor, bi berpirsên Minbicê re li ser qonaxa sisiyan a nexşerêya Minbicê gotûbêj kirin.

Herwiha şanda Amerîkî hevdîtin bi endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Medenî ya Minbicê û hêzên ser bi YPGê re pêkanîn û li ser çawaniya hebûna hêzên Amerîkî-Tirk li derdora vî bajarî axivîn û derbarê gotûbêjên pêşerojê di navbera Amerîka û Tirkiyê de li bara Minbicê de jî gotûbêj kirin.

Şanda Amerîkî ji aliyên Minbicê xwestiye ku derbarê paşdazivirîna ji nav Minbicê tu astengiyekê dernexin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin