PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li herêmên curbecur ên Lubnanê depoyên çekan, baregehên binerd û avahiyên leşkerî yên Hizbullah û Hemasê kirine armanc.
Berdevkê artêşê Avichai Adraee diyar kir ku ev cih ji bo plansaziyên leşkerî di nav herêmên sivîlan de hatine avakirin û bi vê yekê sivîl wekî "mertalên zindî" tên bikaranîn. Di dema van daxuyaniyan de, balafirên şer ên Îsraîlê li nêzî bajarê Sidonê avahiyeke sê qatî bi temamî hilweşandin û li gorî agahiyên destpêkê di vê êrîşê de gelek kes birîndar bûn û zirarên mezin gihan avahiyên derdorê.
Tevî peymana agirbestê ya ku di 27ê Mijdara 2024an de hatibû îmzekirin, aloziya li herêmê berdewam dike. Ji destpêka şerê berfireh ê Îlona 2024an ve hejmara miriyan gihîştiye 4 hezaran û nêzî 17 hezar kes jî birîndar bûne.