Artêşa Nîjeryayê: Me di êrîşa hewayî de 70 çekdaran kuşt

Artêşa Nîjeryayê: Me di êrîşa hewayî de 70 çekdaran kuşt

PeyamaKurd – Artêşa Nîjeryayê ragihand ku di êrîşên hewayî de 70 çekdarên li eyaleta Nîjerê kuştine. Rêvebirê operasyonên parastina medyayê Michael Onoja ragihand ku ertêşê li 10 gundên devera Shiroro êrîşan birine ser çekdaran û êrîşan bi koordîne kirine.

Onoja got ku di operasyonan de gelek kes birîndar bûne û operasyon di encama bidestxistina agahiyên tekez de hatine kirin.

Di daxwuyaniyê de hat ragihandin ku grûba çekdar xwe amade dikir da êrîşan bibe ser civaka deverê û ser hêzên ewlehiyê. Onoja got ku di wexta operasyonan de sîvîl zerarê nedîne û kesên li deverê, bi armanca ewlehiya wan tehliye kirine.

Li welatê Nîjeryayê li deverên cuda bi salaye ku çeteyên Boko Haramê û ISWAP ku ISWAP baskê DEAŞa Afrîkayê êrîşan dibin ser xelkê deverê û wan dikujin.