PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Awûstûryayê Herbert Kickl ragihand ku multeciyên Sûriyeyî yên ku li welatê wan in û sûcên giran kirine, bo wan bişîne Sûriyê, wê bi Beşer Esed re peymanekî çêbikin.
Kickl, bo rojnameya Kronenê axifî û got wê di mijara qanûna multeciyan de guherînên giran çêbike û ew Sûriyeyên ku îltîca wan hatiye redkirin an yên ku tevli sûcan bûne, wê wan bişînin welatê wan.
Kickl di dewama axaftina xwe de got ku nisbeta kirina sûcan li welatê wan zêde bûye û wê bi Sûriyê re peymana îadê çêbikin û wê bandora peymanê hebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin