PeyamaKurd – YNKê jî piştî PDKê biryar da, Pêşmergeyên xwe têxe bin sîwana Wezareta Pêşmerge.
Fermandeyê hêza 70 ya Pêşmerge, ku wek Pêşmergeyên YNKê jî tê nasîn û li derveyî Wezareta Pêşmerge ne, di nameyekê de ji Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl re diyar kir, ew amade ne yekîneya piştevaniya du ya hêza 70 bixin bin sîwana Wezareta Pêşmerge.
Wezîrê Pêşmerge jî pêşwaziya wê pêngavê kir û got, ew hêvîdar e tevahiya yekîneyên hêzên 70 û 80 di demek kurt de bikevin bin sîwana Wezareta Pêşmerge.
Beriya niha PDKê jî biryar dabû Pêşmergeyên xwe ku wek hêza 80 tê binavkirin, têxe bin sîwana Wezareta Pêşmerge.
Balyozê Amerîka li Iraqê Mattio Tolar, bi Wezîrê Pêşmerge re hevdîtin kir û kêfxweşiya ji bo hevgirtina hêzên Pêşmerge anî ziman û da zanîn, rewş wisa pêwîst dike ku hêzeka hevgirtî û bihêz ya Pêşmerge hebe û Amerîka jî dê alîkariya Wezareta Pêşmerge bike.
Li Herêma Kurdistanê, heta niha jî beşek mezin ji Pêşmergeyan girêdayî partiyên PDK û YNKê ne. Ev rewş ji ber şerê navxwe derketiye û heta niha jî wisa maye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin