PeyamaKurd -Parlamentarê Yûnan ê rastgir Ioannis Lagos di civîna Parlamena Ewropa ya derbarê koçberan de, ala Tirkiyê çirand.
Ev kiryara parlamentarê Yûnan bû sedema bertekên tund li Tirkiyê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser twîtterê peyamek belav kir ku tê de behsa rijandina yûnan a deryayê kir û wiha got:
“Çawa me yên destdirêjî li ala me kirine destê wan şikandine û ew rijandine nav deryayê, herî baş ew mêjiyên nijadperest dizanin. Bila zarokên şûmî yên ewropayê hedê xwe bizanin.”
Piştî van gotinan, li ser medya civakî şîroveyên kî ji kê nijadperesttir e hatin kirin û pirsên wekî; “Gelo yên alê diçirînin yan jî yên însanan dirijînin deryayê nijadperestir in!” hatin pirsîn.
Rayedar û berpirsên Tirkiyê bertekên tund nîşanî vê helwesta parlamentarê yunanî dan û ew wekî faşîst pênase kirin.
Lagos dema çirandina ala Tirkiyê dibêje, “Ref bi ref koçber têne welatê me. Ha ev ala Tirkiyê ye, çi bi vê tê kirin, tê çirandin û avêtin.”
Berdevkê Parlamena Ewropayê Delphine Colard, hişyarî da parlamentarê yûnan û got, ew tişta kiriye nayê qebûlkirin.
Li gorî zanyariyan ew parlamentarê Yûnan beriya niha li Yûnanistanê ji ber hinek tawanan hatiye girtin û 8 mehan jî di girtîgehê de maye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin