HDP: Di serkeftina me de bandoreke mezin a tifaqa Kurdistanî heye

HDP: Di serkeftina me de bandoreke mezin a tifaqa Kurdistanî heye

PeyamaKurd - Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi nûnerên partiyên Tifaqa Kurdistanî li ser hilbijartinên 31ê Adarê civîneke rojnamevanî li dar xistin. Hevserokên HDPê di civînê de diyar kirin ku bandoreke mezin a Tifaqa Partiyên Kurdistanê di serkeftina hilbijartinê de çêbûye.

'DI SERKEFTINA STENBOLÊ DE ROLEKE GIRÎNG A TIFAQA KURDISTANÎ HEYE'

Pervin Buldan di civînê de spasiya zarokên 7 partiyên Kurdistanî kir û got, "Stratejiya HDPê qedera Tirkiyê jî guherandiye. Ne tenê li bajarên kurdan di serkeftina me ya Stenbolê de jî roleke girîng a partiyên Kurdistanî heye. Dixwazim destnîşan bikim ku tifaqa ku kurdan û HDPê çêkiriye ji aliyê stratejîk ve serkeftineke watedar bi dest xistiye."

Buldan herwiha diyar kir ku divê tifaq ne demkî be û heta sed salan jî bandora xwe nîşan bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin