Saxewan Ebdula: Em serkeftina mezin a Kerkûkê pêskesî cenabê Serok Barzanî dikin

Saxewan Ebdula: Em serkeftina mezin a Kerkûkê pêskesî cenabê Serok Barzanî dikin

PeyamaKurd - Berbijêrê serkeftî yê PDKê li Kerkûkê Şaxewan Ebdula peyamek belav kir û spasiya hemû wan kesan kir ku piştevanî lê kirine. Ebdula, ji bo serkeftina Kerkûkê Serokê Barzanî pîroz kir û got, ew wê serkeftina li Kerkûkê pêşkeşî cenabê Serok Barzanî dikin.

Şaxewan Ebdula di peyama xwe de spasiya berpirs û endamên baskê 3, dengdêr, Pêşmerge, saziyên asayîş, xwendevan, ciwan, jin, kesayet, fermanber û mamostayan kir û serkeftina PDKê li wan pîroz kir.

Şaxewan Ebdula di peyama xwe de diyar kir: “Em vê serkeftina mezin a partiya me û kurdan li bajarê Kerkûk a dilê Kurdistanê, pêşkeşî rêber û serokê gelê me cenabê Serok Barzanî dikin. Wek wefayek li hember hewldanên birêz (Serok Barzanî) ên ji bo Kerkûk û xelkê wê.”

Ebdula got, ew serkeftin li Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û sekreter û endamên polîtburo û rêveberiyê û bi giştî gelê Kurdistanê pîroz dikin û destnîşan kir: “Serkeftina mezin a PDKê li vî bajarî, erkê me û erkê PDKê jî girantir dike, em di xizmeta xelkê vî bajarî û bi hewarçûna pirsgirêkan de dibin.”

Şaxewan Ebdula got: “Serkeftina PDKê û kurdan a hilbijartinan hin alî xistine şokê û wirde wê de hewla kirêt kirin û astengî ava kirinê li pêş vê serkeftinê de ne. Dixwazin hin xelkên qirêj têxin nav ahengên li ser şeqaman û astengan li pêş hatûçûna hemwelatiyan ava bikin û êrîşî polîs û mulkê giştî û taybet bikin.”

Şaxewan Ebdula got, “Em wan kiryaran red dikin û daxwaz li hemû endam û alîgirên PDKê, ciwan û kesên ahengan dikin dawî bi wan ahengên ser şeqam û cihên giştî bînin. Em li ser xetê ne li gel saziyên ewlehiyê ji bo bi dawîanîna wan tedbîrên ku duh hatibûn girtin û ji ber wê jî ziyan gehîşt kasibkaran û astengî ji bo çûnûhatinê çêbûn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin