PeyamaKurd- Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan, di axaftina xwe ya ku di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên giştî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir de li ser plansaziya tifaqên nû agahî dan.
Hevseroka HDPê, di geşta siyasî ya ku li Semsûra Bakurê Kurdistanê pêk hanî de axivî û di derbarê tifaqa bi serperiştiya HDPê ya Ked û Azadiyê de agahî dan.
Perwîn Buldan di axaftina xwe de bal kişand ser pêwendiyên HDPê yên ligel partiyên Kurdistanî jî û got,
“Li Tirkiyeyê ne tenê bi hêzên sosyalîst re; em ê di demeke nêzîk de bi Kurdan re jî tifaqeke mezin a Kurdistanî çêbikin. Di bernameya HDPê ya cotmehê de hevdîtinên ligel partiyên Kurdistanî û dorhêlên Kurd hene. Ruspiyên me dê nîşan bidin ku li vî welatî bi komeleyên me yên herêmê û partiyên Kurdistanî re tifaqeke din jî heye û em ê vê jî nîşanî gelên Tirkiyeyê bidin.
Em ê tifaqeke mezin a Kurdistanî, di demeke nêzîk de çêbikin. Em neçar in ku di çarçoveya vê tifaqê de xwe bigihînin kesên ku heta îro deng nedane me, bi destên me negirtine û dengên xwe dane partiyên din.”
Rayedarên HDPê, çend caran bi peyamên xwe ragihandibûn ku ji bo Tifaqa Milet a ku ji opozîsyona Tirkiyeyê pêk tê, amade ne hevdîtinan bikin lê bersiveke erênî ji bo wan nehatibû dayîn. Li ser vê yekê jî bi serperiştiya HDPê, Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji partiyên TÎP, EMEP, TOP û EHPê hat çêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin