PeyamaKurd - Li eyaleta Florida ya Amerîkayê zilamekî 75 salî ji aliyê hêştirmeya (Cassowary) ku xwedî dikir ve hat kuştin.
Li gorî nûçeya BBCyê roja îniya borî li ser giliyekî polîs çûne malekê û li wir dîtine ku kesê bi navê Marvin Hajos bi giranî birîndar e û piştî ew rakirine nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest daye.
Li gor medya herêmî ajala ku Hajos kuştiye hêştirmeyeke ku xwedî dikir e. Herwiha hat zanîn ku Hajos ji aliyê hêştirmeya sertepik a ji welatê Gineya Nû hatiye anîn ve hatiye kuştin.
Hêştirmeyên sertepik ku heta 45 kîloyan giraniya wan heye, wekî çûkên herî dirinde yên cîhanê tên zanîn û herwisa bi pencikên xwe derbên mirinê li nêçîrên xwe didin.
Hêştirmeyên sertepik bi qasî leza 50 kîlometreyî jî dikarin bibezin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin