PeyamaKurd- Hat ragihandin ku balafirên şer yên Fransayê li konwoya ku 40 erebe tê de hebûn û ji başûrê Lîbyayê diçû welatê Çad ê, xist. Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Fransayê; balafirên şer yên Fransayê 40 erebeyên ku ji başûrê Lîbyayê kesên çekdar dibir nava welatê Çadê “li ser daxwaza hukumeta Çad ê” li wan xist.
Wezaret behsa nasnameya çekdaran nekir lê tê zanîn ku li başûrê Lîbyayê, di demên dawiyê de, xebatên grûbên muxalifan zêde bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin