PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya 56yemîn tevlîbûna wî di nava Hêzên Pêşmerge de peyamek belav kir û tê de got, bi hîmet û qehremaniya Pêşmerge gelê Kurdistanê xwe ji ti hêz û aliyekî re neçemand.
Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Îro 20-5-2018, 56 sal bi ser wê rojê de derbas bû ku min tê de şerefa pêşmergayetiyê wergirt. Ji wê rojê û heta niha û heta bijîm, mezintirîn pile ji min re pêşmergayetî ye. Pêşmerge ji min re bilindtirîn û bişereftirîn destkeft e di jiyana min de. Her bi hîmet û qehremanî û keda Pêşmerge ye ku gelê Kurdistanê qet xwe ji ti hêz û aliyekî re neçemandiye ji bilî ji xwedayê mezin re. Serkeftin û serbilindî ji wan kesan re ye ku xwedî îrade û pirsa gelê xwe ne û dilsoz û rast in ligel gelê xwe.”
Serok Mesûd Barzanî di nava 56 salan de:
- Serok Barzanî di destpêka êrîşa artêşa Iraqê li ser Başûrê Kurdistanê di 11ê Îlona 1961ê de û di destpêka Şoreşa Îlonê ya Mezin de, bi neçarî xwendina xwe berdide û di 20-5-1962ê de tevlî Hêzên Pêşmerge dibe. Destkefta rêkeftina 11ê Adara sala 1970ê û otonomya Başûrê Kurdistanê yek ji destkeftên Şoreşa Îlonê ye, ku Serok Barzanî wek pêşmergeyek û endamê şanda danûstandinê ligel hikûmeta Iraqê, roleke mezin dîtibû di wê destkeftê de.
- Serok Barzanî ligel birayê xwe Îdrîs Barzanî roleke mezin dîtin di pêxistina Şoreşa Gulanê de, ku ji encama wê şoreşê raperîna Adara 1991 ya Başûrê Kurdistanê çêbû û û piştre parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê jidayîk bûn. Herêmek li ser asta navçeyê ava bû, ku tê de demokratîk û mafê welatîbûnê û mafê jinan û parastina jîngehê û wekhevî, tê de parastî bû.
- Beriya rûxana rêjîma Beis a Iraqê di sala 2003ê de, Serok Barzanî roleke mezin dît di opozisyona Iraqê de û herwiha roleke mezin dît di avakirina dewleta Iraqa federal û nivîsandina destûra nû ya Iraqê de û bi hewl û xebata Serok Barzanî mafê gelê Kurdistanê tê de hat cihgirtin.
- Serok Barzanî di şerê li dijî terorê de, wek pêşmerge û serok, li tenişta Hêzên Pêşmerge û ciwanên Kurdistanê li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê sekinî û heta jinavbirina wê rêxistinê di çeperên pêşî yê şer de bû.
- Serok Barzanî dema ku dît hikûmeta Iraqê dijayetiya mafê destûrî yê Kurdistanê dike û pere û qutê welatiyên wê dibire, û hest bi armancên dijminkarî yên Bexdayê kir, wek Pêşmergeyek û serokê herêmê rêberatiya gelê Kurdistanê kir di rêya referanduma serxwebûna Kurdistanê de roja 25ê Îlona 2017.
- Serkeftina referanduma serxwebûna Kurdistanê wek destkefteke mezin û dêrokî ye, ku di pêşerojê de dewleta Kurdî dikare ji xwe re bike bingeh, ji destkeftên herî mezin ên Serok Barzanî ye û gelê Kurd şanaziyê bi wê rojê û bi wê derfetê dike.

- Serok Barzanî di nava 56 sala pêşmergayetiya xwe de, xebat û têkoşan kiriye ji bo bidestanîna mafên gelê Kurdistanê. Têkoşan kiriye ji bo serxwebûn û azadî û demokrasiyê, ji bo pêkvejiyanê û parastina jîngehê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin