Hukumeta Kurdistanê sipasiya hêzên asayîsê kir

Hukumeta Kurdistanê sipasiya hêzên asayîsê kir

PeyamaKurd- Hukumeta herêma Kurdistanê di mijara girtina kujerê qewimandina Hewlêrê ya Mazlum Dağ de ku dîplomatê Tirki hatibû kuştin, peyamek belav kir û di peyamê de sipasiya tîmên antî terorê, hêzên asayîşê û hemwelatiyên Kurdistanê kir. Li ser navê hukumeta Kurdistanê hat ragihandin ku tîmên antî terorê operasyon kirine ser kujerên her 3 kutiyên Hewlêrê û wan girtine. Peyama hukumetê weha ye:

“Bi sedema ku failê bûyerê di demeka kurt de girtine, sipasiya xwe bo hêzên asayîşa Kurdistanê û tîmên antî terorê dikim. Bo girtina kujerên bûyerê sipasiya hemwelatiyên Kurdistanê dikim ku desteka xwe dane hêzên asayîşê. Hukumeta Kurdistanê bo girtina wan kesên ku bi bûyerê re têkildarin xebata xwe dewam dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin