PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) Mezlûm Ebdî, pêşwazî li Cîgirê Nûnerê Amerîkayê yê nû bo karûbarên Sûriyê David Braunstein kir.
Piştî karvekêşana James Jeffrey cîgirê wî David Braunstein wekî şûngirê wî hatibû destnîşankirin.
Mezlûm Ebdî îro 15ê Mijdarê li ser twitterê ligel wêneyê xwe û wî ragihand, ew bi David Braunstein civiyaye û di derbarê pêşeroja Sûriyê û pêkanîna aştî û azadiyê de axivîne.
Ebdî got: “Ez şanazim ku pêşwaziyê li cîgirê nûnerê Amerîkî yê nû yê ji bo Sûriyê birêz David Braunstein dikim. Em ji bo pêşerojeke ku ji hemû gelê Sûriyê re aştî û azadiyê pêk bîne, xwedî nêrînên hevbeş in. Em dixwazin bi hemû birayên xwe yên Sûrî re kar bikin, da ku astengiyên heyî derbas bikin û vê armancê pêk bînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin