Nêçîrvan Barzanî: Hêviya cejneke xwes û bêhnvedaneke aram ji we hemûyan re dixwazim

Nêçîrvan Barzanî: Hêviya cejneke xwes û bêhnvedaneke aram ji we hemûyan re dixwazim

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna Qurbanê pîrozbahî li Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê kir.

PEYAMA CEJNÊ YA SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ

Bi boneya hatina cejna Qurbanê ya pîroz, pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilind ên şehîd, enfalkiriyan, Pêşmergeyên qehreman û heciyan û ziyarekerên mala xwedê û tevahiya Misilmanan li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im cejn ji hemû aliyan re cihê xêr û xweşiyê be.

Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên olî û netewî, her cejn û bîranînê xwe kirine boneyek ji bo tekezkirina li pêkvejiyan, lêborîn, tebayî û nîşandana tabloyên ciwan ên wê culture û nirxên buha yên Kurdistanê. Hêvîdar im ev cejn û cejn û bineyên bê jî bibin cihê kûrkirin û parastina wê culture û bihayên mirovî û bibin handerek ji bo bihêzkirina zêdetir a yekrêzî û bi hev re karkirinê ji bo dahatûyeke baştir ji me hemûyan re.

Daxwazkaram em hemû hevkar bin bi peyrewkirina rênimayên hatûçûnê, parastina jiyan, selametiya welatî û geştiyaran û mêvanên jîngeh û xwezaya Kurdistanê. Hêviya cejneke xweş û bêhnvedaneke aram ji we hemûyan re dixwazim.

Dubare cejna Qurbanê li hemûyan pîroz be û hemû salek bi xweşî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin