PeyamaKurd – Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, di daxuyaniya xwe ya dawî de bal kişand ser paşeroja Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) hedef girt. Bahçelî destnîşan kir ku divê pêvajoya entegrasyonê li Sûriyeyê careke din neyê bipaşxistin.
Bahçelî di axaftina xwe de got:
Pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê ya ku heta niha dereng maye û hatiye taloqkirin, divê di zûtirîn dem de pêk were."
Serokê MHPyê tekez kir ku ev pêvajo ji bo yekparçeyiya Sûriyeyê ferz e û wiha berdewam kir:
Ya bi lihevkirinê, ya jî bi zorê; divê avahiya yekgirtî ya Sûriyeyê were avakirin û entegrasyon pêk were."
Bahçelî îdîa kir ku HSD bi daxwazên xwe yên "ne-guftûgokirî" rê li ber lihevkirinê digirin û naxwazin bikevin nav vê pêvajoya entegrasyonê. Bahçelî banga xwe nû kir û got ku divê eşîrên ereb bê şert û merc li kêleka rêveberiya Şamê cîh bigirin da ku yekparçeyiya siyasî û xakî ya Sûriyeyê di bin sîwana dewletê de were parastin.