Bahçeli: Pêşniyara me ew e ku PKK 4ê Gulanê li Melezgira Mûşê kongreyê bicivîne û vî karî biqedîne

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî, bang li PKKê kir ku bilez biryara xwe ya fesihkirin û çekdanînê bide.
Bahçelî peyamek ji bo pîrozkirina Newrozê belav kir û tê got: "Pêşniyara me ew e ku PKK li navçeya Malazgirtê ya Mûşê roja Yekşemê 4ê Gulana 2025an kongreya xwe bicivîne û dawî li nîqaşên xwefesihkirinê bîne û vî karî biqedîne"
Bahçelî diyar kir: "Divê PKK, ji bo ku bangawaziya Îmraliyê ya 27ê Sibatê dereng nekeve û daxwaza gelê me ya hêja pûç nebe, zûtirîn dem kongreya xwe bicivîne û biryara feshê bistîne"
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.





