PeyamaKurd- Li welatê Bahreynê parkeka binê avê tê avakirin û perçeyek ji parkê jî balafira Boeingê 747 e ku xistin binê ava Kendavê. Daxistina balafirê karekî hêsan nebû û gelek kesên teknîkî û pispor zahf xebitîn heya balafirê daxistin binê avê. Şîrketa bi navê Dive Bahreyn vê balafira ku 70 metre dirêje noqî binê avê kir.
Ev balafir wê bo tûrîzma noqaviyê bibe tişteka balkêş û parastina balafirê ya di binê avê de tişteka hêsan nîne. Şîrketa Dive Bahrainê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku bo balafirê daxe binê avê gelek formalîtan anî cîh.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin