PeyamaKurd - Hêzên Parastinê yên Behreynê ragihand ku ji şerê 28ê Sibatê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de dest pê kiriye ve, heta niha 466 balafirên bêmirov û 188 moşekên ku ji aliyê Îranê ve hatibûn avêtin, hatine astengkirin û pûçkirin.
Wezareta Navxwe ya Behreynê di demjimêrên sibehê de ragihand ku ji ber êrîşên nû yên Îranê li gelek herêman sîrenên hişyariyê hatine lêdan û êrîşan di tesîsekê de bûye sedema şewatê.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Tîmên parastina şaristanî ji bo kontrolkirina şewata ku di encama êrîşa Îranê de derketiye, xebatên xwe berdewam dikin."
Herwiha çavkaniyên herêmî îdîa dikin ku xala hatiye lêdan, Parzûngeha Sitrayê ya girêdayî Şirketa Petrolê ya Behreynê (BAPCO) ye û di tankeke petrolê de ji ber du êrîşên cuda şewat derketiye.