Bîlançoya êrîşên Îranê yên ser welatên Kendavê eşkere bû

Bîlançoya êrîşên Îranê yên ser welatên Kendavê eşkere bû

PeyamaKurd - Wezaretên Parastinê yên welatên Kendavê amarên fermî yên êrîşên Îranê yên di navbera 28ê Sibatê û 6ê Nîsana 2026an de eşkere kirin.

Li gorî van daxuyaniyan, di nava 38 rojan de Komara Îslamî ya Îranê bi giştî 5 hezar û 533 caran bi dron û moşekan êrîşî welatên Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Uman, Behreyn û Kuweytê kiriye.

Di van êrîşan de para herî mezin ketiye ber Îmaratê ku ji sedî 49,7ê tevahiya êrîşan li ser vî welatî pêk hatine. Herwiha hat diyarkirin ku di vê pêvajoyê de herî kêm êrîş li ser Umanê hatine kirin ku tenê 9 dron û keleka bombebarkirî bûn.

Zanyariyên kîtekît nîşan didin ku piraniya herî zêde ya van êrîşan, ango 4 hezar û 940 jê bi dronan hatine encamdan ku dîsa Îmarat bi 2 hezar û 210 dronan di rêza yekem de ye.

Ji aliyê din ve, di vî şerê ku li dijî Amerîka û Îsraîlê dest pê kiriye de, hezar û 266 moşek hatine bikaranîn ku hezar û 21 ji wan moşekên balîstîk bûn. Di êrîşên moşekî de piştî Îmaratê, welatê Kuweytê bi 349 moşekan zirar ditiye.