Belarûs: Wî welatî esmanê me binpê kir!

Belarûs: Wî welatî esmanê me binpê kir!

PeyamaKurd – Belarûs ragihand ku Polonya bi helîkoptereke leşkerî qada hewayî ya Belarûsê binpê kiriye

Di daxuyaniya Komîteya Sînor a Dewletê de hat diyarkirin, helîkoptera leşkerî ya tîpa Mî-24 a Polonyayê ketiye herêma Grodnoyê.

Di daxuyaniya hat belavkirin de, derbarê mijarê de hat diyarkirin ku Polonyayê qada hewayî ya Belarûsê îhlal kir, hat destnîşankirin ku helîkopter piştî ku 1,2 kîlometre dûrî Belarûsê ket, vegeriya.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Belarûsê ve hat dayîn de hat ragihandin, karmendê Polonyayê ji bo wezaretê hatiye vexwendin û derbarê binpêkirinan de îzahat jê hatiye xwestin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin