Besra ber bi herêmeke serbixwe ve diçe: 17 endamên encumenê daxwazname îmze kirin

Dîroka Weşanê :
Besra ber bi herêmeke serbixwe ve diçe: 17 endamên encumenê daxwazname îmze kirin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Besrayê ya ku wekî paytexta petrolê ya Iraqê tê naskirin, gavên ji bo bidestxistina statuya "herêma serbixwe" hatin avêtin. Ji 24 endamên Encûmena Parêzgeha Besrayê 17 endaman daxwaznameyeke fermî îmze kirin da ku rêveberiya bajêr bibe herêmeke federal.

Cîgirê Serokê Encûmenê, Usame Saad ji medya re ragihand ku piştî temamkirina îmzeyan, vê hefteyê encûmen dê bicive û biryara dawî bide. Li gorî qanûnên Iraqê, heger sêyeka endaman daxwaz bikin, pêvajoya referandûmê dest pê dike. Heger biryar di encumenê de were pejirandin, dê ji Serokwezîrê Iraqê were xwestin ku rê li ber referandûmeke giştî veke. Besrayê di sala 2015an de jî hewldanek wiha kiribû, lê ji ber astengiyên qanûnî bi ser neketibû.