PeyamaKurd- Li bajarê Humusa Sûriyê, tesîsa xaz û petrolê ya ku ji aliyê rejîma Sûriyê de tê kontrolkirin, bi dornan lê xistin û agir tesîsê ket. Jimara tesîsên xaz û petrolê 3 hebin û heya niha kes êrîşê negirtiye aliyê xwe. Ragihandina nûçeyê ji aliyê televizyona Sûriyê de hat kirin.
Lê tesîsa ku bi dornan lê hat xistin, agir pêket û zerareka mezin gihayê û dixebitin da agir vemirînin. Berya şer ji vê tesîsê rojane 350 hezar varêl hilberîn dihat kirin lê niha daket 24 hezar varêlan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin