Blinken: Em ê bi hemahengî bi hevkarên xwe re “tedbîrên guncaw” bigirin li hember Rûsyayê

Blinken: Em ê bi hemahengî bi hevkarên xwe re “tedbîrên guncaw” bigirin li hember Rûsyayê

PeyamaKurd Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di derbarê naskirina Rûsyayê ya serxwebûna her du heremên Ukraynayê de diyar kir, Amerîka wê bi hemahengî ligel hevkarên xwe “tedbîrên guncaw” bigire da ku “bi lez û bez” bersivê bide naskirina Rûsyayê ya serxwebûna komarên Donetsk û Luhanskê.

Blinken do bi şev li ser Twitterê  da zanîn: “Naskirina Kremlînê ji serbixwe Donetsk û Luhanskê re, bersivek bilez û hişk hewce dike û em ê bi hevrêziya bi hevkarên xwe re gavên guncaw bavêjin.”

Herwiha Blinken di daxuyaniyeke ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve hat weşandin de jî eşkere kir, Amerîka bi tundî biryara Putîn ya naskirina serxwebûna Donetsk û Luhansk şermezar dike û got, ev biryar berûvajî pabendbûna dîplomatîk a Rûsyayê ye û êrîşeke eşkere li ser serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê ye. Herwiha Putin jî bi binpêkirina yasa û bendên navdewletî re tawanbar kir.

Blinken destnîşan kir kir, Serokê Amerîka Joe Biden wê “fermanek îcrayê” îmze bike ku hemî veberhênan û bazirganiyên Amerîkiyan li herêmên bi navê Donetsk û Luhansk qedexe dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin