Cîgirê Trump JD Vance destekê da çalakvanên Îranê

Dîroka Weşanê :
Cîgirê Trump JD Vance destekê da çalakvanên Îranê

PeyamaKurd – Cîgirê serokê DYAyê JD Vance ragihand ku destekê didin çalakiyên aştiyane û rewa yên li Îranê. Vance, balê kişand ser pirsgirêkên hukumeta Îranê û di derbarê bernama nuklerî de behsa pêwistiya muzakereyên bi DYA re kir. JD Vance got:

“Em çalakiyên li Îranê dibin ji nêz de dişopînin. Kesên tevlî protestoyên aştiyane bûne, mafê wan yên xwebrêxistina azadiyane û kesên bixwazin dengê xwe bigihînin dinyayê, em herkesî destek dikin.”

JD Vance, di brîfînga li Koşka Sipî de bersiva pirsên rojnamevanan da. Vance got ku gelek pirsgirêkên hukumeta Îranê hene, divê li ser bernama nuklerî li ser masê rûnê û wê DYA bi Îranê re gavekî çawa bavêje, di erka serok Trump de ye. Trump li ser xwepêşandanên Îranê gotibû:

“Rewşa wan gelek xerabe. Min bo wan weha got: Eger dest bi kuştina mirovan bikin, ku di wexta serhildanan de ev meyla wan heye, em ê bi tundî li Îranê bixin.”