Çînê li dijî DYAyê destekê da Venezuelayê

Dîroka Weşanê :
Çînê li dijî DYAyê destekê da Venezuelayê

PeyamaKurd – Dewleta Çînê li hemberê DYAyê ku DYA nahêle tankêrên petrolê herin û werin Venezuelayê û qedexeyê danî ser wê, destekê da Venezuelayê û behsa hevkariya Çînê û Venezuelayê ya stratejîk kir.

Wezareta karên derve ya Çînê ragihand ku wezîrê karên derve yê Çînê Vang Yi bi hemkarê xwe yê Venezuelayê re, di rêya telefonê de bi Yvan Gil re axifiye.

Gil li ser rewşa dawiyê ya herêmê agahiyan daye hemkarê xwe yê Çînê û gotiye wê xelk û hukumeta Venezuelayê desthilat û mafên xwe yên rewa dê biparêze û serî ji tehdîdê û ti qewetî re daneyne.

Wezîr Vang jî ji hemkarê xwe re gotiye ku ew hevkarên Venezuelane û di adetên Çînê de bawerî û destekê didin têkiliyên dualî.