Berhem Salih bû Komîserê Bilind ê UNHCRyê: Serkirdeyên Kurdistanê pîrozbahî lê kirin

Dîroka Weşanê :
Berhem Salih bû Komîserê Bilind ê UNHCRyê: Serkirdeyên Kurdistanê pîrozbahî lê kirin

PeyamaKurd – Serokkomarê berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih, di asteke navneteweyî de posteke dîrokî girt ser xwe û wekî Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hat hilbijartin. Ev yek bû sedema dilxweşiya serkirdeyên Herêma Kurdistanê.

Hilbijartina Dr. Berhem Salih wekî serkeftineke girîng tê dîtin, ji ber ku di nava 75 salan de ew yekem kes e ji Rojhilata Navîn ku dighîje vê posta bilind. Ev post piştî Sekreterê Giştî, wekî duyemîn posta herî bi prestîj a Neteweyên Yekbûyî tê qebûlkirin. Salih dê di 5 salên pêş de çavdêriya rewşa nêzîkî 120 mîlyon penaber û koçberên li çaraliyê cîhanê bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku ev tayînkirin "nîşana baweriya civaka navneteweyî ye" û ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê çavkaniya rûmetê ye. Wî anî ziman ku ji ber ezmûna gelê kurd a di warê koçberiyê de, Dr. Berhem Salih dê di sivikkirina azarên penaberan de roleke bi bandor bileyîze.

Ji aliyê din ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku kesayetiyekî kurd di asteke wisa bilind de cih girtiye. Serokwezîr destnîşan kir ku ew amade ne di xebatên wî yên mirovî de her piştgiriyê bidinê û baweriya xwe anî ziman ku Salih dê vê berpirsiyariya giran bi serkeftî bi rê ve bibe.