CENTCOM: Di êrîşan de 100 keştiyên Îranê îmha bûn

CENTCOM: Di êrîşan de 100 keştiyên Îranê îmha bûn

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku artêşa DYAyê ji 100an zêdetir keştiyên Îranê noqav kiriye û ji nav biriye.

Fermandarê CENTCOMê Amiral Brad Cooper, di ser hesabê xwe yê medya civakî de, bi dîmen parvekirinê kir û li ser rewşa Îranê ya dawiyê daxwuyaniyan da.

Cooper, got ku di roja 16ê êrîşan de, hêzên DYAyê operasyonên hewayî bi zêdebarî dibin ser Îranê. Cooper got ku ewlehiya Hurmizê di nav karên wan yê ewilî de ye û di êrîşên hewayî de ji 100an zêdetir keştiyên şer yên Îranê noqav kirine.

Cooper ragihand ku di 13ê Adarê de êrîşên hewayî birine ser Girava Xakê, mayînên deryayî, sitargehên depoyan û avahiyên esasî yên leşkerî di nav de ji 90 ciyan zêdetir ciyên leşkerî yên Îranê îmha kirine.

Cooper got ku ji 60 hezarî zêdetir seferên balafiran kirine ser Îranê û seferan bi pîlotên hêzên deryayê, piyadên deryayê kirine û dewam kir:

“Em parastina desthilata seha hewayî ya Îranê dikin û li ser hedefên leşkerî hûr bûne.”

Artêşa DYAyê wêneyên keştiya balafiran ya deryayê ya  Abraham Lincoln jî parve kir û got ku di çarçova operasyona ‘Epic Fury’ de, bi şev û roj operasyonên hewayî dewam dikin û got:

“Fîloya balafiran ya li ser keştiya USS Abraham Lincoln operasyonên xwe yên hewayî dewam dikin û li pey hev êrîşan dikin.