PeyamaKurd – Cezayê Yekîtiya Ewrûpayê bi sedema reqabetê dabû Google ya bi miqdarê 4,1 milyar Avro tesdîq bû. Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewrûpayê bi sedema Google di ser sîstema Androidê de, desthilata heye bi xerabî bikartîne, îtîraza temyîza bi miqdarê 4,1 milyar Avroyî red kir. Bi redê re cezayê dabûn Google tesdîq bû.
Dîwana Edaletê navenda wê Luxemburge. Google û şîrketa sîwanî Alphabet di sala 2022an de, îtîraza biryara dadgehê kiribûn lê Dîwana Edaletê îtîraza wan red kir.
Komîsyona Ewrûpayê di sala 2018an de tesbît kiribû ku Google xelkê bi peymanan û cîhazan mecbûr dike ku sîstema Androidê berya her tiştî bar bikin û bikarbînin. Bi vê kiryarê desthilata xwe ya bazarê bi xerabî bikartîne.
Komîsyon bi vê sedemê ji Google re bi miqdarê 4,34 milyar Avro ceza dabû Google. Dadgeha giştî ya YEyê li biryarê nêrîbû û hinek xalan betal kiribû û cezayê bi miqdarê 4, 34an daxistibû 4,1 milyar Avroyî.
Dîwana Edaletê ya YEyê jî biryara dageha giştî niha tesdîq kir.