CHP dibe du partî: Ozgur Ozel dema ragihandinê eşkere kir

CHP dibe du partî: Ozgur Ozel dema ragihandinê eşkere kir

PeyamaKurd - Serokê ji kar hatiye dûrxistin ê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, îro 15ê Tîrmehe eşkere kir ku amadekariyên wan ên ji bo avakirina partiyeke nû gihîştine qonaxa dawiyê.

Ozel da zanîn ku nivîsandina peyrew û bernameyê û herwiha sêwirana logoya partiya nû bi dawî bûne; lewma ew ê di dawiya vê mehê an jî di serê meha bê de damezrandina wê bi awayekî fermî ragihînin.

Hêjayê gotinê ye, ev pêngava ku ji aliyê Ozel ve wekî mîsogerkirinekê ji bo tevlîbûna her hilbijartineke pêşwext a muhtemel tê dîtin, di qada siyaseta Tirkiyeyê de wekî serdemeke nû tê nirxandin.

Herwiha tê pêşbînîkirin ku ev veqetîn rê li ber dînamîkên nû veke ku ev tîma siyasî ya opozîsyonê karibe li dijî her cûre dorpêç û astengiyên desthilatê an dadgehê xebatên xwe bihêztir dewam bike.