Cîgirê Ahmedînejad Mesaî jî hat binçavkirin

Cîgirê Ahmedînejad Mesaî jî hat binçavkirin

Cîgirê serokkomarê berê yê Îranê yê Ahmedînejad, Îsfendiyar Rahîm Meşaî, di çarçoveya lêpirsînekê de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hat binçavkirin.

Ragihandin ji aliyê televizyona Tehranê ve hat kirin. Meşaî hem xinamiyê Ahmedînejad e. Meşaî, di dema Ahmedînejad de, di hukumetê de kesê herî bi bandor bû û di dema hukumetên 9 û 10 emîn de, cîgirê serokkomar yê yekemîn bû.

Di sala 2013an de, navê Meşaî li ser navê grûba Ahmedînejad derket pêş da bo serokkomariyê bibe namzet lê ji aliyê Konseya Parêzvanên Makezagonê de hat vetokirin.

Bi salaye ku di navbera Ahmedînejad û dadgeha Îranê de dijberiyeka mezin heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin