PeyamaKurd – Parêzerê alîkar û şêwirmendê berê yê Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Muhammed Elî Necefî ku li kuştina jina xwe mikur hatibû, da zanîn ku ji ber hikmê qisasê yê dadgehê dibe bê darvekirin.
Muhammed Elî Necefî 28ê Gulan a îsal jina xwe ya duyem Mitra Ostad bi çekê kuştibû û piştre jî teslîmî hêzên emnî bibû û mikurhatina wî jî di televizyona dewletê de hatibû belavkirin.
Necefî demek dirêj wezîrtiya Perwerdeya Îranê û cîgirtiya serokomarê Îranê Hesen Rûhanî kiriye û di karên payebilind ên dewleta îranê de cî girtiye.
Parêzerê Necefî, Hamid Guderzî da zanîn ku hîn dadgehê hikmê ji bo miwekîlê wî eşkere nekiriye, lê ji ber ku malbata Mitra Ostadiya 35 salî hatiye kuştin, daxwaza qisasê ji dadgehê dike û ji vê daxwaza xwe jî venegeriyane ligel hevdîtinan, dibe ku dadgeh biryara ‘qisas’ê bide û Necefî were îdamkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin