PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan îro Encûmena Parêzgeha Duhokê ji bo dengdana li ser hilbijartina cîgirekî nû bo parêzgarê Duhokê dicive ku ew kes ji pêkhateya xirîstiyan e.
Endamê Encûmena parêzgeha Duhokê Nînos Odîşo ragihandiye ku 3 kes ji bo wergirtina postê cîgirê parêzgeha Duhokê berbijêr in ku ji aliyê Encûmena Wezîran ve ji bo Encûmena Parêzgeha Duhokê hatine şandin.
Nînos Odîşo got ku ew berbijêr Aşûr Sergon Esxirya, Şemon Şlîmon Îşo û Wilyem Tyodor Ay-rimiya ne ku endamên Tevgera Demokrat ya Aşûrî ne.
Meha Hezîranê Dr. Elî Teter Nêrweyî weke parêzgarê nû yê Duhokê hatibû hilbijartin.
Bajarê Duhokê ji 27ê Gulana 1969an ve bûye parêzgeh ku ji 7 qeza û 24 bajarokan pêk tê û serjimariya wê jî nêzîkî 1 milyon û 500 hezar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin