PeyamaKurd - Li gorî nûçeya ragihandinê ya Amerîkayê CNN Internationalê dîplomatekî payebend, Îran daxwaz dike ku beriya destpêkirina danûstandinên fermî yên ligel DYA’yê, garantiya rawestandina êrişên li ser Lubnanê were dayîn.
Heman çavkanî diyar kir ku Îraniyan daxwaza mutabakatnameya hatî îmzekirin kirine daku hemû şer û dijminahiya li Lubnanê bi dawî bibe, û niha welatên navbeynkar ji bo çareserkirina vê pirsgirekê di nava hewldanan de ne.
Her weha hat aşkerekirin ku civîna ku wê îro li Swîsreyê di navbera aliyan de pêk bihata, ji ber êrişên dawî yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê hatiye paşxistin.
Ev daxwaza Tehranê di demekê de ye ku di mutabakatnameya navbera DYA û Îranê de bi eşkereyî hatiye diyarkirin ku divê li hemû eniyan şer raweste û rêz li serwerî û parastina axa Lubnanê were girtin.
Lê belê binpêkirinên dawî yên li ser erdê û berdewamiya êrişên Îsraîlê, piroseya dîplomasiyê ya navbera Washington û Tehranê xistiye bin metirsiyeke mezin û her du aliyan di qonaxa destpêkê de rû bi rûyê krîzeke nû kiriye.