Qubad Talabanî bi Ebadî û Malîkî re civiya

Qubad Talabanî bi Ebadî û Malîkî re civiya

PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, li Bexdayê di çarçoveya hevdîtinên fermî de, bi Serokwezîrê Berê yê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Berê yê Iraqê û Serokê Partiya Yasayê Nûrî el-Malîkî re hevdîn pêk anîn.

Di civînên da Qubad Talabanî diyar kir ku divê ji pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareseriyeke mayînde were peydekirin.

Piştî civînê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek hat dayîn û di wê daxuyaniyê de ev tişt bi raya giştî re hatin parvekirin:

“Di herdu hevdîtinana de pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de hatine gotubêjkirin û hat destnîşankirin ku beşek ji van pirsgirêkêan ji ber kêmasiya bingeha yasayî rû didin. Bi taybetî jî di mijarên neft û petrole de.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin