PeyamaKurd – Serokwezîrên berê yên Iraqê Heyder Ebadî û Nurî Malîkî derbarê namzedbûyîna xwe de daxuyanî dan.
Serokwezîrê serdema berê û Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî ragihand ku ew nabe namzed û ji bo namzedbûnê jî ew dê navekî pêşniyar neke.
Duh jî Serokwezirê berê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa, Nurî Malîkî diyar kiribû ku ji bo serokwezîriya Iraqê nabe namzed.
Piştî bûyerên protestoyî yên li Iraqê Adil Ebdulmehdî biryara karvekişîna xwe pêşkêşî parlemanê kiribû û parlemanê jî di civîna duh de ew biryar pesend kiribû.
Xwepêşander li dijî bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetguzariyan çalakiyan li dar dixin û gor amarên nefermî ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha 350 xwepêşander hatine kuştin û zêdetir ji 15 hezar kes jî bûne qurbanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin