PeyamaKurd - Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li ser gef û daxuyaniyên di demên dawî de ji aliyên rayedarên rejîma Sûriyê ve têne kirin got, ew daxuyaniyên li pêşiya çareseriyê dibin asteng, ji hêla hin aliyan ve bi wan têne dayîn,
Ebdî got: “Hikumeta Sûriyê feraseta xwe ya şovenîst didomîne, vê ferasetê naguherîne. Heta naxwaze vê yekê bike jî. Ji ber vê yekê jî, daxuyanên ku didin, bi xwe jî pê bawer nakin.”
Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de diyar kir, ew wek HSD ti carî nebûne terefê navbera şerê hêzên derve û yên rejîmê û HSD her tim ji xwe re xeta sêyemîn esas digre û nabin ti terefekî kesî.
Ebdî bang li rêveberiya Şamê kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Sûrî bi berpisiyarî tevbigere û gavên erênî bavêje.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin