PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser tedbîrên bo rêgiriya belavbûna koronavîrusê got, Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn bêriya hevdîtinên rûbirû kiriye, lê belê van rojên dawî bernameya wî jî pir tije ye.
Peskov ji Televizyona Rossiya-1ê re li ser rêkarên koronavîrusê daxuyanî dan û got, Pûtîn bêriya rêwîtiyan û hevdîtinên rûbirû kiriye, lê rêkaran bandora li bernameya wî ya seroktiyê nekiriye.
Pûtîn çend roj berê serdana nexweşxaneyeke nexweşên Covid-19 kiribû û piştre derketibû holê ku doktorên wê nexweşxaneyê jî bi vîrusa korona ketine û wekî bê tedbîrî rexne lê hatibûn kirin.
Li gorî amarên fermî heta niha li Rûsyayê 18 hezar û 328 kes bi vîrusa korona ketine û tevî 18 kesên ku îro can dane jî hejmara miriyan bûye 148 kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin