PeyamaKurd – Di derbarê qurbaniyên şewata nexweşxaneya Îbin Xetîb li Bexda de, do Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, li ser navê Serokayetiya Parlamentoya Kurdistanê, peyameke hevxwemiyê belav kir.
Hêmin Hewramî ji ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê Erebî peyamek belav kir û tê de diyar kir: ‘‘Peyama hevxemiyê ji Parlamentoya Kurdistanê ji bo qurbaniyên nexweşxaneya Îbin Xetîb li Bexdayê, bi xemgînieyeke mezin me xebera rûdana agirpêketina nexweşxaneya Îbin Xetîbî bihîst ku bûye sedema mirin û birînarbûna bi dehan kesan.’’
Hêmin Hewramî herwiha da zanîn:‘‘Ji ber wê rûdana azarbexş bi navê Parlamentoya Kurdistanê, serxweşiya xwe arasteyî malbat, nas û qurbaniyan û hemû gelê Iraqê dikin. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin, şifayê bide birîndaran û sebir û aramiyê bide hemû kesî.’’
Serokayetiya Parlamentoya Kurdistanê herwiha amadebûna xwe derbirî ji bo her hevkariyekê û destnîşan kiriye, nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê amade ne birîndaran derman bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin