PeyamaKurd - Nûnerê Îsraîl li Netewên Yekbûyî (NY) Denî Danon bi belavkirina girtevîdyoyekê li ser Xê ragihand ku rejîma Îranê li ber kendalê herifînê ye û serxweçûn û hişkbûna vê rêjîmê rê ji bo herifîna wê re amade dike.
Danon di peyama xwe de diyar kir ku paşmayên rejîma Îranê şaşiyeke mezin kirine û ji xelkê Îranê de got: "Dema diyarkirina çarenivîsa we, bi lezgînî nêzîk dibe."
Danon her wiha daxwaz ji welatên cîhanê kir ku li dijî vê îdeolojiya tundajo helwestê bigirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî da xuyakirin ku zû an dereng dê guherîneke mezin li Îranê biqewime û xelk dê serkevin û azadiyê bi dest bixin. Netanyahu destnîşan kir ku desthilatdarên rejîmê ji xelkê xwe ditirsin û di paşerojeke nêzîk de dê rejîm biherife û ew ê li Îsraîlê jî pîrozbahiya vê bikin.