PeyamaKurd- Koalîsyona Ereban ya di bin serokatiya Siûdî Erebîstanê de biryar stand ku hêzên leşkerî rêkine Bakurê Sûriyê û Rojhilatê Firatê.
Erkdarekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku naxwaze navê xwe bide ragihand ku Siûdî Erebîstan û Mîrekên Yekîtiya Ereban biryar dane ku hêzên xwe li Bakurê Sûriyê û Rojhilatê Firatê bi cih bikin. Urdunê di vê mijarê de hê biryarek nedaye û Misrê jî gotiye ez leşkerên xwe rênakim.
Berî niha Amerîkayê ji dewletên Ereban xwestibû ku hêzên xwe li Sûriyê bi cih bikin û dewletên Ereban jî erênî li vê teklîfê nêrîbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin